Li Amedê li dijî kesên ku nefta xam ji boriyan dizîn, operasyon hat kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyeta Ewlekariya Amedê ve derbarê mijarê de hat dayîn de kesên çekdar di encama xebatên şopandinê ya 2 mehan de hatin deşîfrekirin.
Bi dezgeyê ku amade kiribûn û di boriyên neftê bi cih kirin û bi vaneyeke taybet neft ji derveyê xetê dan herikandin.
Bermîlên ku bi nefta xav tije kirin, birin embarên veşartî. Ji bo balê nekişînin, li deverek daristanî depoyek ava kirine.
Di encama operasyona sondajê de 16 gumanbar hatin binçavkirin û gelek çek û sîleh hatin bidestxistin.