Piştî werastkirina mathar û bacê, ji ber tunebûna siwareyên nû, bihayê otomobîlên kevn an jî destê duyemîn zêde bûn.
Piştî werastkirina mathar û bacê, ji ber tunebûna siwareyên nû, bihayê otomobîlên kevn an jî destê duyemîn zêde bûn.
Rêziknameya bingehîn a OTVyê di 24ê Mijdarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ji bo siwareyan limîta matharê ya OTVyê hat lêzêdekirin. Li gorî rêziknameya nû ji bo siwareyên di bin sînorê 1600 CC de wek jêr limîtê 184 hezar TL ye. Welatiyên ku xewna kirîna siwareyên nû dîtin û piştê werastkirina bacê çûn cem esnafan, dîyar kirin ku bersiva 'siwareyên nû tune' li wan hatîye dayîn. Bazara siwareyên kevn an jî destê duyem ku di rêza yekem de kêmbûneke bisînor dîtibû, ji ber nebûna siwareyên nû di firoşgehan de dîsa dest bi bihabûnê kir.