Li Mêrdînê îskeleya înşaeta ku berdewam dike hilweşîya û 2 karker birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Taxa Ataturk a Qoserê dema ku karker di înşaateke ku berdewam dike de dixebitîn îskelê hilweşîya.
Bi hilweşînê re 2 karkerên ku di binê îskeleyê de man, birîndar bûn. Piştê ku kesên derdor ragihandin ekîbên polês û tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Hat dîyarkirin ku birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê rewşa wan baş e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin