SEROKATÎYA BAZIRGANÎYÊ LI 21 KARGEHAN 9,4 MÎLYON TL CEZA BIRÎ
Wezareta Bazirganiyê daxuyand ku di nav wan da marketên zincîrê yên ku tê nirxandin amûran bi bihayekê zêde difroşin û amûran stoq û depo dikin, derbarê 21 kargehan de bi tevahî 9 mîlyon û 400 hezar Lîre ceza lê hatîye birîn.
Wezareta Bazirganiyê daxuyand ku di nav wan da marketên zincîrê yên ku tê nirxandin amûran bi bihayekê zêde difroşin û amûran stoq û depo dikin, derbarê 21 kargehan de bi tevahî 9 mîlyon û 400 hezar Lîre ceza lê hatîye birîn. Di daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê de wiha hat dîyarkirin; Lijneya Nirxandina Bihayê Nedadmend ku nûnerên gel û her weha sektora serfkaran û sektora taybet dihewîne, armanc dike ku xebata saxlem û birêkûpêk a şert û mercên bazara azad di zincîra peydakirinêde biparêze. Kontrolkirina bihayê zêde û kontrolên stokan wê bê navber berdewam dikin.