Hat ragihandin ku Rêbernameya Bername û Kotayên Xwendina Bilind a 2022-YKS’ê li ser malpera OSYM’yê hat weşandin.
Hat ragihandin ku Rêbernameya Bername û Kotayên Xwendina Bilind a 2022-YKS’ê li ser malpera OSYM’yê hat weşandin.
Hat dîyarkirin ku kotaya giştî ya zanîngehan îsal 1 milyon û 61 hezar û 686 e. Di daxuyanîya ÖSYM’ê de wiha hate gotin; "Rêbernameya Bername û Kotayên Xwendina Bilind a 2022-YKS’yê wê di navbera 19-26’ê Tîrmeha 2022’an de li ser malpera OSYM’ê http://www.osym.gov.tr were weşandin. Ev rêbername ji bo ku xwendakaran û kesên eleqedaran re agahdarîya pêşîn bide tê weşandin. Ji ber vê sedemê berî ku namzed tercîhên xwe dîyar bikin divê Rêbernameya Bernameyên Xwendina Bilind a 2022-YKS û Kotayan a ku wê di heyama tercîhê de li ser navnîşana înternetê ya ÖSYM'ê ji nû ve bê weşandin bi baldarî lêkolîn bikin û daxuyanîyên ÖSYM'ê bişopînin.”