Serokê Navenda MHP’ê ya Amedê Cîhan Kayaalp hat girtin.
Serokê Navenda MHP’ê ya Amedê Cîhan Kayaalp hat girtin. Navenda Giştî ya MHP’ê duh Rêxistina Navenda MHP’ê ya Amedê betal kiribû. Cîhan Kayaalp ku ji peywîra serokatîyê hat dûrxistin, îro serê sibê li mala xwe hat binçavkirin. Kayaalp ê ku bi îdîaya "îstîsmara zayendî ya sîstematîk li zaroka 16 salî" hat binçavkirin, piştê îfadeyê li dadgehê hat girtin. Hat ragihandin ku Kayaalp birin Girtîgeha Tîpa T ya Kampûsa Amedê.