Li Yozgatê otobusa rêwîyan bi kêlekî qelibî û gêr bû, 19 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwîyan a MK (54) de ku ji navçeya Tarsûsa Mêrsînê ber bi Amasyayê ve bi rê ket, li nêzê gundê Battal ê ser rêya Yozgat-Qeyserîyê ji kontrolê derket û kêlekî qelibî.
Di qezayê de 4 jê giran 19 kes birîndar bûn û wan sewqê nexweşxaneyên bajêr kirin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Yozgatê ve hat dayîn de wiha hat gotin, “Ji 19 welatîyên me yên birîndar rewşa 15 kes baş e, rewşa 4 welatîyên me jî giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.”