Şampiyona Karateyê Sena Kizılaslan a ji Amedê, 4 madalyayên nû ku 2 jê zêr in, li serkeftinên xwe zêde kirin.
Şampiyona Karateyê Sena Kizılaslan a ji Amedê, 4 madalyayên nû ku 2 jê zêr in, li serkeftinên xwe zêde kirin.
Sena Kızilaslan ku li ser navê Klûba Diyarbekir Yurdumsporê û Tîma Neteweyî ya Karate ya Tirkiyeyê gelek serkeftin û şampiyon bi dest xistibû, di nav mehekê de di 4 tûrnûvayên mezin ên karateyê yên ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin lidarxistin de derketibû 4 fînalan. 4 madalyayên fînalê, bi giştî 2 madalyayên zêr û 2 madalyayên zîv, anî Amedê.
Kizılaslan wê di Şampiyoniya Karate ya Navneteweyî ya Basel Open a ku wê vê hefteyê di navbera 14-18'ê Îlona 2023'an de li Swîsreyê bê lidarxistin de jî têbikoşe.