Şaxa Xizmên Windayan û Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 730'emîn a çalakîya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de, tevî barîna berfê ya zêde li Amedê hatin cem hev û kiryarên wendayan hat pirsîn.
Şaxa Xizmên Windayan û Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 730'emîn a çalakîya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de, tevî barîna berfê ya zêde li Amedê hatin cem hev û kiryarên wendayan hat pirsîn.
Di çalakîyê de Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî da û dîyar kir ku zêdetirî 15 sal in li gel xizmên windayan li Parka Koşuyolu ya Amedê lêgerîna edaletê didomînin û wiha got, “Di her şert û mercî de, di berf û zivistan û germa havînê de daxwazên malbatên me, xizmên windayan, rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan heman tişte. Heta kiryar û cinayetên nedîyar bi tevahî neyên eşkere û rohnî kirin ev daxwaz wê bidome. Di çalakîya vê hefteyê de, faîlên Cemal Geren ê ku 32 sal berê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat qetil kirin û kiryar nehat dîyar kirin, hat pirsîn. Endamê Desteya Rêveber a ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ê ku kurtejîyana Geren xwend, dîyar kir ku dema Cemal Geren li Cizîrê dijîya, rastê gefên tund hatîye, lewma gelek caran neçar maye ku bajaran biguherîne û li her bajarî hatîye binçavkirin. Akdenîz, anî ziman ku Geren herî dawî vegerîyaye Cizîrê û dîyar kir ku di 10'ê Sibata 1991'an de Cemal Geren danê sibehê ji malê derketîye û piştê 25 rojan cenazeyê wî hatîye dîtin. Piştê xwendina kurtejîyana Geren, çalakîya vê hefteyê bi çalakîya rûniştinê ya 1 deqeyî bi dawî bû.