Hat dîyarkirin ku şîrîketa ku li Îlîça Erzinganê kana zêr dixebitîne teşwîq wergirtîye û piştê felaketê lîsansa kanê ji alîyê wezaretê ve nehatîye betalkirin.
Hat dîyarkirin ku şîrîketa ku li Îlîça Erzinganê kana zêr dixebitîne teşwîq wergirtîye û piştê felaketê lîsansa kanê ji alîyê wezaretê ve nehatîye betalkirin.
Şîrîketa Anagold ku li Îlîça Erzinganê kana madenê dixebitîne, ku berê bi levkirina hewza sîyanûrê ketibû rojevê, ji bilî rakirina deynê baca wî di Nîsana 2015an de 1 milyar û 337 hezar TL teşwîqeke veberhênanê wergirtibû.
Piştê karesatê hat ragihandin ku 6 lîsansên Anagoldê ji alîyê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve hatine betalkirin, lê hat fêmkirin ku ev lîsans nehatine betalkirin. Li alîyê din "Rêvebirê Welatê Tirkîye" yê şîrîketê Cengîz Demîrcî ku duh hatibû binçavkirin, piştê 6 saetan hat berdan.