Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gel a Amedê (KESK) derbarê çalakîya xwe ya hefteya 61’emîn a ku ji bo îadekirina kedkarên cemawerîyê yên ku bi biryarnameyên qanûnî (KHK) bi awayekê derqanûnî ji peywirê hatine dûrxistin de daxuyanîyek da.

Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberîyên Herêmî (All Bel-Sen) yê Şaxa Amedê Mehmet Çandar, bi daxuyanîyekê banga "Bila hemû pêkanînên dijdemokratîk ên li welat bi dawî bibin" kir û wiha got:
Divê polîtîkayên binpêkirina mafan ên ku di Destûra Bingehîn de ne, bi taybetî bi erêkirina AÎHM û peymanên navneteweyî ku di rojên dawî de zêde bûne û aştîya civakî xera dikin, bên bidawî kirin.
Careke din em dubare dikin; hevalên me yên bi awayekê derqanûnî ji kar hatine dûrxistin dive demildest li wezîfeya xwe bên îadekirin û hemû pêkanînên antîdemokratîk bidawî bibin.”