Keça ciwan a ku di heyama li mala xwe rûniştîbû, bi guleya çeka serserîyan ji serê xwe ve giran birîndar bûbû, rewşa tenduristîya wê ber başîyê diçe.
Keça ciwan a ku di heyama li mala xwe rûniştîbû, bi guleya çeka serserîyan ji serê xwe ve giran birîndar bûbû, rewşa tenduristîya wê ber başîyê diçe.
Di bûyera ku duh bi şev li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat de, keça ciwan a bi navê Sultan O. ku di wê demê de li mala xwe rûniştibû, di encama guleyên hatin reşandin de bi giranî birîndar bûbû. Sultan O. bi alîkarîya malbat û cîranan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî. Hat ragihandin ku Sultan O. ku ji bo emelîyatê li benda encamên testên pêwîst bû, ji rewşa metirsîya jîyanê xilas bû. Lêpirsîn ji bo girtina siwareya ku tê de çek hatîye teqandin û gumanbar berdewam dike.