Rêxistina Parêzgehê ya MHP’ê ya Amedê ku bi rişwetê derketîbû pêş, hat betalkirin û serokatîya parêzgehê hat girtin.
Rêxistina Parêzgehê ya MHP’ê ya Amedê ku bi rişwetê derketîbû pêş, hat betalkirin û serokatîya parêzgehê hat girtin. Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin ragihand ku Rêxistina Parêzgeha Amedê ya partîyê hat betalkirin. Yalçin di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got; “Rêxistina me ya parêzgeha Amedê ya MHP’ê, li ser pêwîstîyê serokatîya parêzgeha me û li gor madeyên têkildar ên rêziknameya partîya me, hat girtin.” Rêxistina girtî, berîya demekê bi rişwetê derketibû pêş. Di qeyda dengekî de derketîbû holê ku hin serkirdeyên partîyan, di berdêla pereyan de, bi cihkirina hin kesan di saziyên giştî de kirin.