Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Amed-Sêweregê qewimî de zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
Qeza duh êvarê li 20emîn kîlometreya rêya Amed-Sêweregê pêk hat.
Siwareya ku Îbrahîm Yildiz (24) diajot bi kamyona ku Kasim Alçîçek diajot li hev qelibîn.
Di kontrolên ekîbên tenduristîyê de hat tespîtkirin ku ajokar Îbrahîm Yildiz û 3 jê zarok bi tevahî 9 kes birîndar bûne.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwêregê û hat hînbûn ku xetereya jîyana wan tine ye.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.