Sala nû ya perwerdehîyê ji bo dibistanên seretayî û pêşdibistanan dest pê kir.
Sala nû ya perwerdehîyê ji bo dibistanên seretayî û pêşdibistanan dest pê kir.
Bi bernameya ku ji alîyê Wezaretîya Perwerdehîyê ya Netewî hate danîn hate dîyarkirin ku ji bo malbatên xwendevanên dibistana seretayî ya pola yekem û pêşdibistanan wê civîna agahîdayînê were lidarxistin. Xwendevan wê ji bo adaptasyona dibistanê bi xwendevanên din ên polê re vê pêvajoyê temam bikin. Her wiha hat ragihandin ku perwerdehîya adaptasyona xwendevanên dibistana navîn û lîseyê dê 12’ê îlonê de dest pê bike. Di vê çarçoveya perwerdehîyê de xwendevanên dibistana navîn ên pola 5’em û ji xwendevanên lîseyê yên pola 9’em wê heta 16’ê îlonê bidome.