Damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Zîya Gumuşel, qîza xwe ya hê 6 salî bû bi mehra mela zewicand û zaroka 6 salî bi salan marûzê îstîsmara cinsî bû.
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Zîya Gumuşel, qîza xwe ya hê 6 salî bû bi mehra mela zewicand û zaroka 6 salî bi salan marûzê îstîsmara cinsî bû.
Her wekê ku tê zanîn ev weqif girêdayê cemaeta Îsmaîlaga ye. Ev mijara îstîsmara zaroka 6 salî hat rojeva meclîsê. Derbarê mijarê de Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy got, "Li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûya Stenbolê bi îdîaya îstîsmara cinsî li zarokekê hatîye kirin doz hatibû vekirin û Wezareta me ya Malbat û Xizmetên Civakî, beşdarê vê dozê bû. Midûrîya giştî ya Weqfan mufetîş tayîn kir û xebat daye dest pê kirin. Cîgira Serokê Koma AK Partîyê Ozlem Zengîn jî dîyar kir ku ew ê li ser mijarê bi Serokomar Erdogan ra biaxivin û daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê bikin.