Hat dîyarkirin ku li Gazeyê agirbestek bê kirin jî, dibe ku bi hezaran kes jîyana xwe ji dest bidin.
Li gorê lêkolînên ku li zanîngehên Îngilîstan û Amrîka’yê hatine kirin, li Gazeyê agirbest bê ragihandin jî, wê bi hezaran kes ji ber sedemên wekê şewba, nexweşî û birînan, bimirin.
Di sê raporên cuda de ku li gor senaryoyên ku tê de agirbest hate ragihandin, êrîşên heyî bi heman awayê berdewam bike û êrîş zêde bibe de rewşa tenduristîya giştî ya li Gazeyê di navbera 7ê Sibat û 6ê Tebaxa 2024an de wê çawa were guhertin, dîyar kir.
Hat destnîşankirin ku di senaryoya herî baş de dema ku ji bo baştirkirina şert û mercên av, tenduristî, xurek û stargehê jî bibe sedema zêdebûna mirinan.
Li gorê raporê, ji sedî 34ê kesên ku wê di 6 mehên pêş de bimirin wê zarokên di navbera 0-15 salî de bin, ji sedî 57 jî wê mêr bin. Her wiha di hemû senaryoyan de tê pêşbînîkirin ku hejmara dayîk, bebikên nû ji dayîk bûn û yên mirî zêde bibe.