Di Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclisê de, niqaşên der barê budçeya sala 2023an a Wezareta Perwerdeya Neteweyî, rojek berê temam bûn.
Di Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclisê de, niqaşên der barê budçeya sala 2023an a Wezareta Perwerdeya Neteweyî, rojek berê temam bûn. Di muzakereyên butçeyê de pir caran mijara birçîbûna xwendekaran hat rojevê. Di hevdîtinan de di navbera muxalefet û hikûmetê de nîqaşa “birçîbûnê” derket. Parlamentera CHP'ê Emîne Gulîzar Emecan got, "Zarokên malbatên feqîr birçî dimînin", Parlamenterê CHP'ê Turan Aydogan jî got, "Zarokek ji birçîbûnan av vexwariye." Bertekên endamê AKP'ê Îbrahîm Aydemîr ên li hemberî gotina Aydogan a "Pir zêde mezin kir" bal kişand. Li aliyê din pêşniyara CHP, ÎYÎ Partî û HDP'ê ya ji bo bê pere xwarinê bidin xwendekaran bi dengên AKP û MHP'ê hat redkirin