Wê di 20ê sibatê de pişkavêtina xanîyên erdhejê yên li Amedê bên kirin.
Wê di 20ê sibatê de pişkavêtina xanîyên erdhejê yên li Amedê bên kirin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Amedê ve ji bo 450 xanîyên ku wê li Amedê gav bi gav bên teslîmkirin de wiha hat gotin, “merasîma pişkavêtin û teslîmkirina xanîyên erdhêjê yên ku li Amedê temam bûne wê 20ê Sibata 2024an roja Sêşemê saet 14:00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bê lidarxistin. Hemû welatîyên me ji bo merasîma pişkavêtinê hatine vexwendin."