Alîkarê Serokomar Fuat Oktay di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya Meclisê de ku Pêşnûmeya Qanûna Butçeya Hikûmeta Navendî ya 2023an dihat nirxandin, Pergala Hikûmeta Serokomarîyê pîroz kir û partîyên muxalefetê û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girt.

Oktay, ji bo rexneyên hikûmetê gotina "hevokên kaosê" bikar anî û got ku HDP nûnertîya kurdan nake. Daxuyanîyên Oktay ên “Tu eleqeya we bi birayên me û welatîyên me yên Kurd re nîne” bal kişand. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç li ser gotinên Oktay, encamên Hilbijartina Giştî ya 2018'an bi bîr xist û got; “Belê, em nûnertîya Kurdan dikin. Ev roja we xweş e. Di sala 2023-an de hûn ê bibînin ku kî nûnertîyê dike û kî nake.” Oluç der barê nîqaşên li ser dijminatîya Kurdan de jî got, "Wezîrê malbata we li Edeneyê got, 'Hewl didin li Bakurê Sûrîyeyê dewleteke Kurdî ava bikin, em jî hewl didin ku dewlet nebe'. Hûn behsa dijminatîya Kurdan dikin? Em bi dijminatîya Sûrîyeyê dest pê bikin."