Li Wanê pirsgirêka kêmbûna seferan û buhabûna bilêtan her ku diçe zêde dibe, berîya hefteyekê jî ne mimkûn e ku bilêta balafirê ya Wanê bê dîtin.
Li Wanê pirsgirêka kêmbûna seferan û buhabûna bilêtan her ku diçe zêde dibe, berîya hefteyekê jî ne mimkûn e ku bilêta balafirê ya Wanê bê dîtin.
Li gor nûçeya Kadîr Cesur ji GazeteDuvarê, piştê ku li Wanê xebatên berfirehkirina balafirgehê di sala 2019 dest pê kir, ji ber guhertina hejmara seferan û bihabûna zêde ya bilêtan, pirsgirêka rêwîyan ya ku nikarin çendroj berîya niha bilêtan peyda bikin.
Ji Balafirgeha Wanê Ferît Melen a ku seferên navneteweyî lê nayên kirin, firîna ber bi xetên navxweyî hema bêje ne mimkûn bûye.
Kesên ku dixwazin ji Wanê biçin bajarekî cuda, divê hefte berê bilêta balafira Tirkîyeyê ya herî biha bikirin. Welatîyên Wanê, karsaz û karsazên tûrîzmê dîyar kirin ku divê seferên balafiran bên zêdekirin.