NÛÇEYÊN KURDÎ

NEGIRTINA KUJERÊ MERYEM SEVÎM HATE PROTESTO KIRIN

Ji ber ku gumanbarê qetilkirina Meryem Sevîm a di 13'ê Mijdarê de li Amedê hat qetilkirin Mûsa Sevîm nehat girtin, ji alîyê endamên Tora Têkoşîna li dijî tundîyê ve li ber Edlîyeya Amedê bi daxuyanîyeke çapemenîyê hat protestokirin.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Dîren Elîf Vurgun, bi bîr xist ku Meryem Sevîm a 21 salî li yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr bi 9 guleyan hat qetilkirin û dîyar kir ku ev 41 roje gumanbarê qetlê Musa Sevîm hê nehatîye girtin.

Vurgun wiha berdewamkir; "Li bajarekî wekê Amedê ku kolanên wê bi kamerayan tên şopandin, 41 roj in ku kiryar ji cîhê bûyerê revîyaye û nehatîye dîtin, ev tişt ji bo hemû malbat Meryem, heval, parêzer û hemû jinan re xemgînîyeke. Lê bele ev derdixe holê ku lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin."

Dayîka Meryem Sevîm, Mûhbet Sevîm bertek nîşanê negirtine kujer da û wiha bi axivî; "Mûsa Sevîm dibêje 'dewlet ez im, her tişt ya min e'. Ew me tehdîd dike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.