Baroya Amedê, di salvegera êrîşên 108 sal berê yên li dijî Ermeniyan hatibûn rast kirin de daxuyanî da û got, “Em bang dikin ku pêvajoya "Rastî derkeve holê" bê destpêkirin.
Baroya Amedê, di salvegera êrîşên 108 sal berê yên li dijî Ermeniyan hatibûn rast kirin de daxuyanî da û got, “Em bang dikin ku pêvajoya "Rastî derkeve holê" bê destpêkirin.
Baroya Amedê derbarê salvegera êrîşên ku di 24'ê Nîsana 1915'an li gelek bajaran li dijî Ermeniyan hat rastkirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wih hat gotin, “24’ê Nîsana 1915’an destpêka karesata herî bi êş a dîroka me ya civakî bû, dema ku rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamoste, parêzer, bijîşk û wekîlên Ermenî ji gelek bajaran bi taybetî Stenbolê ji malên wan hatin derxistin û birin. Wek Baroya Amed Di her 24’ê Nîsanê em bang dikin ku ji bo careke din li ber xwe bidin û xatirxwestinê bidin destpêkirin, pêvajoya ‘Ragihandina rastiyê’ bê destpêkirin. Em qurbaniyên Medz Yeghernê, Fermana Filla, Karesata Mezin û Qirkirinê bi rehmet bi bîr tînin û êşa wan di dilê me de ye.”