Di mîtînga ku ji alîyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ve li Qada Îstasyonê ya Amedê bi şîara "Em ji bo kedê butçeya gel a demokratîk dixwazin" hat lidarxistin de bal hat kişandin ku ked tê şêlandin û dahat jî ne adil e.
Di mîtînga ku ji alîyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ve li Qada Îstasyonê ya Amedê bi şîara "Em ji bo kedê butçeya gel a demokratîk dixwazin" hat lidarxistin de bal hat kişandin ku ked tê şêlandin û dahat jî ne adil e.
Mîtînga ku bi sedan karkerên ji Amed û bajarên derdorê tevlê bûn, ji bo bîranîna kesên di têkoşîna ked û demokrasîyê de jîyana xwe ji dest dane, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Şaxa Hêjmar 2 ya KESK'ê ya Amedê Serhat Kiliç ku li ser navê Komîteya Amadekar bi Zazakî axivî û dîyar kir ku ne ji bo şer ji bo gel butçeyek dixwazin. Kiliç bertek nîşanê tayînkirina qeyûman ji bo Meclîsa Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk da û got ku wan li hemberê qeyûman çok nedaye.
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl di axaftina xwe de dîyar kir ku çavkanî dane cemaet, terîqek û Dôyanetê û di butçeya sala 2024'an de jî bi butçeyeke ku kedkar di bin zilmê de ne re rû bi rû ne. Kablan daxwazên karker û kedkaran rêz kir û wiha got, “Em ewlehîya dahata bingehîn dixwazin.
Em dixwazin karkerên ku bêyî biryara dadgehê karê xwe winda kirine vegerin ser karên xwe. Em daxwaz dikin ku tayînên bêlîyaqet û pêkanîn li ser navê arşîv û ewlekarîyê dawî bînên. Em bi pêkanîna daxwaza jinan a ji bo edaleta bi ewle wekheviya civakî dixwazin. Em dixwazin dev ji polîtîkayên monîst, neteweperest, şovenîst û înkarê yên hikûmetê berdin, tecrîd û binpêkirinên mafan ên li hundir û derve bi dawî bînin û ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd demildest rêbazên aştîyane bên tetbîqkirin." Mîtîng bi klamên Kasim Taşdogan û govendan bi dawî bû.