Piştê beraetkirina Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ku ji ber îdîaya "endamtîya rêxistina terorê" ji alîyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û li şûna wê qeyûm hatibû tayîn kirin, ji bo îadekirina wezîfeyê, wê serlêdan bê kirin.
Piştê beraetkirina Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ku ji ber îdiaya "endamtîya rêxistina terorê" ji alîyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û li şûna wê qeyûm hatibû tayîn kirin, ji bo îadekirina wezîfeyê, wê serlêdan bê kirin.
Biryara bi hincet a beraeta Toprak a ji doza ku weke hinceta betalkirina wê hatibû binavkirin, hat ragihandin. Piştê eşkerekirina biryara bi hincet, dozgerîyê ji bo betalkirina biryara beraetê serî li Dadgeha Edlîyeya Herêmî ya Amedê da. Parêzerê Toprak, Bûrhan Arta jî, dîyar kir ku ew ê ji bo muwekîlê xwe yê ku beraat kirîye vegere ser karê xwe wê serî lê bidin.