Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Herêma Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, ji bo herêma erdhejê hişyarîya da ku wê baranek zêde bibare.
Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Herêma Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, ji bo herêma erdhejê hişyarîya da ku wê baranek zêde bibare.
Di daxuyanîya nivîskî ya Midûrîyeta Meteorolojîyê ya Amedê de wiha hat gotin, “Li gor nirxandinên dawî, li herêmê baran û bahoza ku wê îro Înê dest pê bike, tê texmîn kirin îro êvarê bandora xwe zêdetir bike û li seranserê herêma erdhejê bihêz be.
Tê texmînkirin ku li bajarê Semsûrê, li bakur û rojavayê bajarê Rihayê, li başûr û rojhilatê Maraşê, li bakur û rojhilatê Dîlokê jî hewa pir bi hêz bibar e.