Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin di salvegera wefata xwe de wê bi meş, daxuyanî û serdana gorê hat bibîranîn.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin di salvegera wefata xwe de wê bi meş, daxuyanî û serdana gorê hat bibîranîn. Di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çar Ling hatibû qetilkirin, 7 sal derbas bûn.
Di doza ku 4 sal û nîv piştê cînayetê hat vekirin de derbarê polîs M.S., F.T. û S.T. û her wiha derbarê Ûgûr Yakisir ê ku hat binçavkirin de li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hat vekirin. Di heyama 2 salan de tenê 6 danişîn hatin kirin.
Endamên Baroya Amedê, parêzer, nûnerên sazî û partiyên siyasî û welatî ji bo bîranîna Tahîr Elçî ya 7’emîn li ber Edliyeyê kom bûn û heta Minareya Çar Ling a ku Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, meşek organîze kirin û daxuyanî dan.