Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partîya xwe de bertek nîşanî doza girtina HDP’ê da.
Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partîya xwe de bertek nîşanî doza girtina HDP’ê da.
Sancar got, "Pêşeroja vê welatê ne bi piranîya dengên Dadgeha Destûra Bingehîn, bi yekdengîya bi milyonan a li ser sindoqan wê dîyar bibe."
Sancar derbarê astengkirina alîkarîyên Xezîneyê de jî wiha got: “Dema ku em ketin hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an ku me têkçûna herî giran li AKP’ê xist, me wê demê alîkarîya xezîneyê nedistend, lê me dilê mîlyonan qezenc kir. Xezîneya me dilê gel ê me ye."