Li Şirnex û navçeyên wê 14 herêm ji bo 15 rojan weke herêmên "ewlehîya taybet a demkî" hatin îlankirin.
Li Şirnex û navçeyên wê 14 herêm ji bo 15 rojan weke herêmên "ewlehîya taybet a demkî" hatin îlankirin.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê yên wek Cizîr, Silopî, Qileban, Basa û Elkê bi tevahî 14 herêm ji bo 15 rojan, di navbera 16 û 30’yê gulanê de wek herêma “ewlehîya taybet” hat ragihandin.
Walîtîya Şirnexê daxuyanî da û dîyar kir ku 14 herêm hatine qedexekirin û ev qedexe di 16’ê gulanê de dest pê kirîye û wê 30’yê gulanê bi dawî bibe.
Her wiha ketin û derketina herêmê hatîye qedexe kirin.