Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku ew peymana hevguhertina girtîyan û agirbesta demkî ya 4 roj bi tevgera Hamasê ya li Gazeyê re qebûl kirîye.
Hamas di daxuyanîya xwe ya li ser Telegramê de got ku, Îsraîl wê çalakîyên leşkerî û tevgera wesayîtên leşkerî jî nav de hemû deverên Gazê rawestîne.
Bi sedan kamyonên alîkarîyên mirovî, di nav de pêdivîyên tenduristî û neftê, wê derbasê Gazeyê bibe.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku di peyama agirbestê de wê Îsraîl li ti devera Gazeyê êrîş û girtinê pêk neyîne.
Her wiha Hamas dîyar kir ku di çarçoveya peymanê de 150 jin û zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne wê werin berdan.