Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Bîlgîn derbarê mûçeya kêmtirîn a sala 2023an de daxuyanî da.
Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Bîlgîn derbarê mûçeya kêmtirîn a sala 2023an de daxuyanî da. Wezîr Bîlgîn derbarê mûçeya kêmtirîn de wiha got, "Mûçeya kêmtirîn ne mijareke ku ez û an jî kesên wekî din dîyar bikin. Ez ê di meha Kanûnê de Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn bicivînim, em ê li wir li ser hemû mijaran biaxivin.”
Wezîr Bîlgîn destnîşan kir ku ji bo têketina qadroyê ya personelên bi peyman ew bi sazîyên cemawerîyê re hevdîtinan dikin û wiha got: "Em bi sazîyên cemawerîyê re di nava hevdîtinan de ne, çend mijarên din ên ku em nîqaş dikin hene. Daxwazên hin saziyên cemaweriyê hene. Em wan li ber çavan digirin û rewşa wan dinirxînin."