Li başûrê rojhilatê Îranê li bajarê Sîstan-Belûçistanê ji ber bayê tozê 403 kesan serî li nexweşxaneyan dan.
Li başûrê rojhilatê Îranê li bajarê Sîstan-Belûçistanê ji ber bayê tozê 403 kesan serî li nexweşxaneyan dan.
Li gor nûçeya ajansa nîvfermî ya Tesnîmê, li herêma ku leza bayê digihêje 104 kîlometroyan.
Serokê Rewşa Awarte ya Sîstan-Belûçistanê Mecîd Muhîbbî der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got, "Di nava 120 rojan de 403 kesan serî li nexweşxaneyên 5 bajaran dan e.
Li bajarê Sîstan-Belûçîstanê meha borî di 6 rojan de ji ber bahozê hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyan û kesekî jî jîyana xwe ji dest da.