Serokê berê yê AKP'ê navçeya Geverê, bi sûcdarîya bazirganîya tiryakê hate girtin.
Serokê berê yê AKP'ê navçeya Geverê, bi sûcdarîya bazirganîya tiryakê hate girtin.
Nacî Bîlîcî ku di navbera salên 2017-2019'an de serokê AKP'ê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê bû, li Wanê bi îdîaya bazirganîya tiryakê dike hat binçavkirin.
Bîlîcî ku li Midûrîyeta Polêsan a Wanê îfadeya wî hat girtin, bi heman hincetê ji alîyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Her wiha di peyamên Nacî Bîlîcî de derket holê ku dema serokê navçeya AKP'ê bû, jineke ku kar jê re xwestîye, tacîz kirîye.