Ebe RT ya ku ji alîyê Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê ve bi hinceta "bi tecrûbe ye" tayînê Nexweşxaneya Diranan kir, tilîyên xwe bi amûra birrînê jêkir.
Ebe RT ya ku Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajarê Amedê di Tebaxa sala borî de ji Nexweşxaneya Jineolojî û Zarokan a Amedê şandibû beşa sterilîzasyonê ya Nexweşxaneya Diranan, qezaya kar derbas kir.
R.T. tilîyên xwe bi amûrek birrînê ku di beşa sterilîzasyonê de tê bikar anîn, jêkirîye. Li gor nûçeya Amîda Haberê, R.T. rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û emelîyat kirin.
Tilîyên ebe yên jêbibû dîsa li hev hatin dirûtin, lê tilîyek xilas nebû. Çavkanîyên nexweşxaneyê bûyer piştrast kirin.