Li Êlihê mînîbusa ku karkerên tekstîlê dibir, siwareyek lê xist û di qezayê ji dehan zêdetir kes birîndar bûn.
Li Êlihê mînîbusa ku karkerên tekstîlê dibir, siwareyek lê xist û di qezayê ji dehan zêdetir kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin qeza li ser rêya Êlih û Beşîrîyê çêbû. mînîbusa ku ji navçeya Beşîrîyê karkerên tekstîlê dibir Herêma Pîşesazîya Organîzeyê (OSB), siwareyek ji alîyê paşîyê ve li mînîbusê xist. Di qezayê de ajokarên her du siwareyan û 10 karker birîndar bûn. Piştê midaxeleya ekîba tendirustîyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Êlihê. Hat dîyarkirin ku hêzên ewlehîyê derbarê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.