Li navçeya Baglar a Amedê, ji gumanbarên ku bi hinceta dewarên gundîyan dizîye jê 2 kes hatin girtin.
Li navçeya Baglar a Amedê, ji gumanbarên ku bi hinceta dewarên gundîyan dizîye jê 2 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Baglarê, piştê ku li Taxa Ovundulerê dewarek ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatiye dizîn, ketin nava liv û tevgerê.
Di encama lêkolînên ku ji teref ekîbên cendirmeyan ve hatin kirin de hat tespîtkirin ku heywan ji teref 4 kesan ve hatiye dizîn. Ji 4 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin, jê 2 kes ji alîyê meqamên edlî ve hatin girtin. Dewarên hatibûn dizîn jî, li xwedîyê wan hatin vegerandin.