Li Êlihê di navbera malbatên xizmên hevdû de ji ber nakokîya erdan, di şerê ku derketîye de hat ragihandin ku mirî û birîndar hen in
Li Êlihê di navbera malbatên xizmên hevdû de ji ber nakokîya erdan, di şerê ku derketîye de hat ragihandin ku mirî û birîndar hen in. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li gundê Bînatlîyê pêk hat. Nîqaşa ku danê êvarê di navbera xizmên xwe de ji ber nakokîya erd dest pê kir, veguherî şer. Di şerê ku çek jî hatin bikaranîn de Abdulazîz G.
û Mehmet G. birîndar bûn. Tîmên tenduristîyê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji birîndaran Abdulezîz G. jîyana xwe ji dest da, tedawîya Mehmet G. Jî berdewam e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.