DMME’YÊ JI BO 14 WEKÎLÊN HDP’YÎ BIRYARA MAFÊN WAN HATIYE BINPÊKIRIN DA
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 13 wekîlan de biryara binpêkirina mafên wan da.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 13 wekîlan de biryara binpêkirina mafên wan da. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê serlêdana Yuksekdag û 13 wekîlan de gihaştin biryarekê. Di serlêdana hatî kirin de biryar hat dayîn ku bi girtina Yuksekdag û wekîlan re di 4'ê Mijdarê de mafên azadiya raman, dengdan û hilbijartinê hatin binpêkirin û têkildarî vê yekê xala 18'emîn a Peymana Ewropayê ya li Mafên Mirovan (DMME) hat binpêkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 184 hezar û 600 Euro cezayê pere li Tirkiyeyê birîn.