Şewata ku do danê êvarê li Licê dest pê kiribû, piştê 18 demjimêran hat kontrolkirin.
Şewata ku do danê êvarê li Licê dest pê kiribû, piştê 18 demjimêran hat kontrolkirin.
Di navbera taxên Arikli, Karahasan û Serînê yên navçeya Licê ya Amedê, Li gelek herêmên ku dar lê hene, ji ber sedemeke nedîyar şewat derket.
Midûrê Karên Daristanê yê Amedê, Davût Ayzît, dîyar kir ku ekîbên bajarên derdorê jî beşdarê xebatên vemirandina agir bûne û bi piştgirîya AFAD, koma dildaran, Zanîngeha Dîcleyê, Şaredarîya Bajarê Amedê, Qeymeqamtîya Licê û welatîyan, piştê 18 demjimêran me agir xist bin kontrolê.
Qadeke bi qasê 20 hektaran ji şewatê bandor lê hatîye. Em ê wek tedbîr xebatên sarkirinê bidomînin.
Ti rîsk xuya nake. Tu zîyanên canî û malî tune ye. Gelek spas ji her kesî re.”