Di çarçoveya lêpirsîna bêrêtîyê ya li Amedê ku 2 kes hatin girtin de derketina derveyê welat ya şaredar hat qedexekirin.
F.K. yê ku li Midûrîyeta Plansaz û Bajarvanîyê ya Şaredarîya Navçeya Baglarê ya Amedê dixebitî û Alîkarê Şaredar S.A. di çarçoveya lêpirsîna bêrêtî de hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Şaredarê AKP'ê yê Baglarê Huseyîn Beyoglu jî duh li dozgeriyê îfade da. Qedexeya derketina derveyê welat û bi şertê kontrola edlî li Beyoglu hat dayîn. Hat ragihandin ku lêpirsîn berdewam dike.