Li bajarê Brovary ê herêma Kyivê ya Ukraynayê helîkopterek li kêleka kreşeke zarokan ket.
Li bajarê Brovary ê herêma Kyivê ya Ukraynayê helîkopterek li kêleka kreşeke zarokan ket.
Di qezayê de Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê û alîkarê wî û bi tevlê 3 zarokan bi tevahî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê li herêmê şewat derket. Derbarê mijarê de Wezareta Karên Hundir got, "Sedemên trajediyê ji aliyê mufetîşan ve tên lêkolînkirin. Em ê di demeke nêz de hîn bibin ka ev sabotaj e, têkçûna amûran e yan jî binpêkirina ewlehiya balafiran e." daxuyanî da.