Hat îdîakirin ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, heqê qerta xwarinê ya mehane nedaye memûrên xwe.
Hat îdîakirin ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, heqê qerta xwarinê ya mehane nedaye memûrên xwe. Ji ber ku li Şaredarîya Bajarê Mezin xizmeta xwaringehê tune bû, mehane 630 TL heqê xwarinê ji bo memûrên li şaredarîyê dihat dayîn. Hat dîyarkirin ku heqê ku di 1’ê Gulanê de bihata dayîn, hê jî nehatîye dayîn. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberîyên Herêmî (TUM BEL SEN) ya Şaxa Amedê Mehmet Candan, destnîşan kir ku heqê qerta xwarinê nayê dayîn û derbarê mijarê de wiha got; “Her wiha bi biryarnameyeke nû ya Serokomarîyê, heqê xwarina rojane ku 40 TL bû hat daxistin 23,5 TL’yê. Em ê di rojên pêş de, li ser mijarê daxuyanîyeke berfireh bidin."