Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi pileya 4.8an erdhêjek çêbû.
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi pileya 4.8an erdhêjek çêbû.
Şeva borî di demjimêr 00:43an de li navçeya Dakuk a Kerkûkê di kûrahîya 14 km’yan de bi pileya 4.8an erdhejek pêk hat.
Li gor agahîya ku li ser malpera Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, hat dîyarkirin ku erdheja bi lerza 4,8an 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê navçeya Tûzxurmatû ya Kerkûkê ye û tundîya erdhejê 4,7 û bi kûrahîya 19 kîlometreyan pêk hatîye. Hat ragihandin ku erdhej li bajarên derdora Kerkûkê bi tundî hatîye hîskirin. Hat dîyarkirin ku li Colemêrg û navçeyên wê yên ku 225 km dûrî Kerkûkê ne û li Êlih, Mêrdîn û Şirnexê jî hatîye hîskirin.