Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, di encama şerê çekdarî yê di navbera du koman de derket, 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, di encama şerê çekdarî yê di navbera du koman de derket, 3 kes birîndar bûn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, ji ber nîqaşê sedemeke nedîyar, di navbera 2 endamên malbata cîranê de şer derket. Di şerê ku çek jî hatin bikaranîn de, Azîz D., Ferhat K. û Ferhat G. birîndar bûn. Ekîbên tenduristîyê birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Di derbarê bûyerê de polês lêpirsîn da destpêkirin.