Li navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê barana zêde bandorek neyînî li jîyanê kir û teyrokê li rez û baxçeyan da.
Li navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê barana zêde bandorek neyînî li jîyanê kir û teyrokê li rez û baxçeyan da.
Baran û teyrokê ku ji do danê nîvro ve li navçeyên Farqînê û Hazroyê dest pê kir û bandoreke neyînî li jîyanê kir. Ji ber baranê li ser rêya bejahî ya Farqîn-Êlihê siwareyan zehmetî kişandin û di bin av û herîyê de man. Li alîyê din ji ber lehîyê hin qadên çandinîyê yên li gundan jî di bin avê de man. Bi baranê re kuçe û kolan tijî av bûn, darên fêkî yên rez û baxçeyan bandoreke neyînî dîtin.