Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî kesên ku bi îstismarkirina hestên welatîyan parsekîyê dike teftîşan pêk anî.
Di kontrolên ku îsal hatin kirin de 5 hezar parsek hatin girtin û 70 hezar lîreyên li ser wan hate desteserkirin.
Ji 253 parsekan re 151 hezar lîre cezayê pere hat birrîn.
Li gorê xala 33'yan a Qanûna Bingehîn a bi hejmara 5326'an, ji bo parsekan 'Rapora biryara cezayê’ hat amadekirin û ji qadên ku lê bi cîh bûbûn hatin durxistin.
Kesên ku welatîyên bîyanî bûn ragihandin Midûrîyeta Îdareya Koçê ya bajêr û yên ku temenên wan biçûk bûn jî ragihandin Midûrîyeta Xizmetên Civakî ya bajêr.
Midûrîyeta zabiteyan bi kordîneya sazîyên din re xebatên xwe yên li ser parsekan bi awayekî berfirehtir wê bidomîne.