Li Hatayê di encama qezaya mînîbusa ku karker tê de bûn de gelek kes birîndar bûn.
Li Hatayê di encama qezaya mînîbusa ku karker tê de bûn de gelek kes birîndar bûn.
Qeza serê sibê di navbera taxên Altinçag û Yenîyûrtê yên navçeya Dortyol a Hatayê de pêk hat. Siwareya ku karkerên çandinîyê tê de bûn, dîreksyon ji kontrola ajokar derket û qelibî. Ekîbên polês û tenduristîyê sewqî cihê qezayê bûn. 14 karkerên ku di qezayê de birîndar bûn piştî midaxeleya ewil a ekîba tenduristîyê, rakirin nexweşxaneyê. Polîs derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.