Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, ji gumanbarên ku tê îdîakirin bi dayîna madeyên tîryakê destdirêjî û şantaj li keçek biçûk kirin e, 4 kes hatin girtin.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, ji gumanbarên ku tê îdîakirin bi dayîna madeyên tîryakê destdirêjî û şantaj li keçek biçûk kirin e, 4 kes hatin girtin.
Di bûyera ku do li navçeya Halfetî ya Rihayê pêk hat de, li gor tê îdîakirin komek kesan tîryak dane zaroka 14 salî û destdirêjî lê kirin e.
Hate hînbûn ku kesên bi îdiaya vîdeoyên neguncav ên keçikê kişandine, di demên cuda de şantaj li zarokê kirine û ji bo peydakirina tiryakê pere xwestin e. Piştê ku keçika bi çûk li polêsan gilî kir, 6 kes hatin binçav kirin. Ji kesên hatibûn binçav kirin R.M., Y.Ö., İ.H.K. û B.H. hatin girtin, H.Ö. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Lêgerîna 2 gumanbarên ku hat tesbîtkirin ku tiryak peyda kirine berdewam dike.