Ji ber êrîşên Îsraîl li Gaze'yê di her saetek de 5 zarok jîyana xwe ji dest didin.
Di pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku ji 7ê cotmehê vir ve dewam dikin, li Gazeyê di her saetekê de 5 zarok tên kuştin.
Piştê ku baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam di 7ê Cotmehê de êrîşeke berfireh a bi navê "Tofana Eqsayê" da destpêkirin, êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê di roja 28emîn de berdewam dikin.
Nîvê nifûsa Gazeyê ya 2,3 milyon ji zarokan pêk tê. Hejmara zarokên li Gazeyê di 3 hefteyên ewil de hatin kuştin, ji hejmara zarokên ku li cîhanê di 3 salên dawîn da mirine zêdetir bû.
Li gorê daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ji 9 hezarê zêdetir Fîlîstîniyên ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di pevçûnan de mirin, ji sedî 40'ê wan zarok in.
Li gor daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ya li Gazeye di erişen Îsraîlê de 3 hezar û 760 zarok, 2 hezar û 326 jin bi tevahî 9 hezar û 61 Filistînî mirin û 32 hezar kes jî birîndar bûn.