Zarokê ku li navçeya Licê ya Amedê dema bi hevalekî xwe re vedigerîya malê, ji alîyê polêsan ve hat astengkirin, hat îdîakirin ku birin cihekî veşartî û lêdan e.
Zarokê ku li navçeya Licê ya Amedê dema bi hevalekî xwe re vedigerîya malê, ji alîyê polêsan ve hat astengkirin, hat îdîakirin ku birin cihekî veşartî û lêdan e.
Li gor îdîayê Zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî, dema diçû malê ji alîyê 4 polêsan ve hat binçavkirin. Hate dîyarkirin ku bi zarokê 14 salî bi darê zorê û bi îşkenceyê pê daye gotin ku divê “Ez Tirk im” û sond û sirûda îstîklalê pê dane xwendin. Piştre lê xistin û dest û milên wî girêdayî li qiraxa avzêlekê danîn. Hemwelatîyê ku zarok dît, rakir nexweşxaneyê. Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, dîyar kir ku Y.D. hemû hûrgilîyên derbarê wî de vegotine û niha di bin tedawîyê de ye û wiha got, “Derbarê vê bûyerê de malbat tên tehdîdkirin. Rapora êrîşê heye û em ê derbarê bûyerê de serlêdana sûc bikin."